Mesrûr Barzanî: Em Piştgiriyê Bi Temamî Didin Siyasetên Serok Donald Trump

Hewlêr-KDP.info: Mesrûr Barzanî , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja (Çarşem, 3ê Berçileya 2025ê) di merasîma vekirina avahiyê nû yê Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê de ragihand: "Ez pir serbilind û kêfxweş im ku îro li vê derê me. Ev avahiya nû mîna çiyayekî ye, naheje. Ev nîşana têkiliya xurt a di navbera Amerîkayê û gelê Herêma Kurdistanê de ye.”
Mesrûr Barzanî diyar kir: "Dema ku DAIŞê êrîş kir ser çend parêzgehên Iraqê û bû sedema gefê li ser Herêma Kurdistanê, Amerîka dîsa hat û hevpeymanî çê kir û alîkariya me kir ku em terorê ji holê rakin."
Herwaha got: "Her Amerîka bû ku alîkariya me kir, ji bo avakirina wî welatê ku em lê dijîn. Bêyî Amerîkayê, zehmet bû ku ev yek çê bûba. Amerîka bû ku rejîma dîktatorî ya herî hov li Iraqê hilweşand.”
Serokê Hikûmetê diyar kir: "Ji ber vê yekê, li Herêma Kurdistanê, em ji bo her tiştê ku Amerîkayê ji bo me kiriye pir spasdar in. Em bi hevpeymaniya Amerîkayê serbilind in û em dê ji bo pêngavên bê û qonaxa bê bi Amerîkayê re berdewam bin.”
Herwaha got: "Me li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tevahî bawerî heye, em dê piştgiriyê bidin siyaseta Serok Trump, em dê bi Amerîkayê û hikûmeta Iraqê re berdewam bin."




