Serokê Herêma Kurdistanê: Pêwendiya me ligel Amerîkayê, li ser bingeha bawerî, nirx û karê hevpar e

Hewlêr-KDP.info: Êvara îro Çarşemî 3/12/2025 birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, beşdarî merasîma vekirina avahiya nû ya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê kir.
Di merasîmê de ku birêz Maykl Rîges, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, û Cîgirê Serokwezîr û hejmarek ji berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê û konsul û nûnerên welatan amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir.
Nêçîrvan Barzanî ragihand ku vekirina avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê, tekezî ye li ser berdewamiya pêwendiyên Hewlêr û Washingtonê û nîşaneya "pêwendiyeke dîrokî ye."
Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku Pêşmergeyan mil bi milê Amerîkayê şerê li dijî DAIŞê kir û Amerîka her tim li kêleka gelê Kurd rawestiyaye.
Nêçîrvan Barzanî her wiha anî ziman:"Em bi temamî piştgiriya hewl û gavên Serok Donald Trump dikin ji bo çespandina aştiyê li herêmê.




