9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bersiveke daxuyaniya Bahçelî ya di derbarê serdana Serok Barzanî li Cizîrê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Baregayê Barzanî bersiva daxuyaniyeka Devlet Bahçeli li ser serdana Serok Barzanî ji bo Cizîrê û tevlîbûna wî ya di Sempozyûma Melayê Cizîrî de da. Ev jî tekista wê ye:

Mixabin, Dewlet Bahçelî di derbarê serdana Serok Barzanî ya Cizîrê û beşdarbûna wî ya di sempozyûma Melayê Cizîrî de, dîsa li gor hişmendiya xwe ya şovenîst axivî û daxuyaniyeke dûrî her edetek daye ku xizmetê tu alîkariyê nake.

Gotinên Bahçelî di demekê de ye ku hemû ew hûrgiliyên ewlehiyê û ew rêkar û tedbîrên ji bo serdana Serok Barzanî hatibûn girtin, li gor lihevkirineke protokolî ya di navbera dezgehên peywendîdar ên Herêmê û Tirkiyê de bû. Digel vê yekê, her car di dema serdana berpirsên pilebilind ên Tirkiyê yên Herêmê de jî, yekîneyên leşkerî yên taybet ên Tirkiyê li gel wan hatine û ti pirsgirêk çênebûye.

Serdana Serok Barzanî piştgirî bû ji bo pêvajoya aştiyê ku Bahçelî îddîa dike piştgiriyê jê re dike. Me wisa dizanî ku Xwedê Dewlet Bahçelî hîdayet kiriye û dev ji nijadperestî û şovenîzmê berdaye, lê diyar e ku ew hîn jî Gurê Boz ê berê ye, niha di çermê berxê de ye.

Peyvdarê Baregeha Barzanî

Nûçeyên têkildar