9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Daxuyaniyek ji Baregeha Barzanî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Baregayê Barzanî ragihandinek li ser êrîşa li ser Zeviya Gazê ya Kormorê weşand, ev jî tekista wê ye:

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Em bi tundî wê êrîşa terorîstî ya ku şeva borî li ser kêlgeha Kormorê hate kirin, şermezar dikin. Ev êrîş dijî binesaziya aborî û berjewendiyên Herêma Kurdistanê, Iraqê û hemû welatiyan e.

Tevî wê yekê ku berê jî ev cûre êrîşên neheq yên li ser Herêmê gelek caran hatine şermezarkirin, lê tenê şermezarkirin bûye û li hemberî encamderan ti rêkar nehatine girtin û ev êrîş dubare bûne. Dema wê hatiye ku li hember van destdirêjî û êrîşên neheq gavên ciddî û pratîkî bên avêtin, dawî li wan bê anîn û encamderên wan bên cezakirin.

Baregeha Barzanî
27ê Mijdarê, 2025

Nûçeyên têkildar