9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê û Mezlûm Ebdî civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Îro êvarê Çarşemê 19/11/2025 birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Mezlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokrat (HSD) kir.

Di civînê de, pirsgirêka Kurd û rewşa pêkhateyên din yên li Sûriyê hatin gotûbêjkirin. Herwiha li ser diyaloga HSDê digel Şamê, gef û metirsiyên terorê û rûbirûbûna DAIŞê de, danûstandina bîr û ramanan kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser pêwîstiya yekrêziya aliyên Kurdî û çareserkirina pirsgirêkên wan bi rêya diyalog û lihevkirinê kir; ji bo ku mafê gelê Kurd li Sûriyê parastî be.

Li aliyê xwe, birêz Mezlûm Ebdî, rûmeta xwe ji bo piştgiriya Serok Nêçîrvan Barzanî li mafên gelê Kurd li Sûriyê û hewlên wî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan digel Şamê, dubare kir.

Nûçeyên têkildar