9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî Bi Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê Re Civiya

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Roja Sêşemiyê 18ê Mijdara 2025an li bajarê Dihokê Serok Mesûd Barzanî bi birêz Fayîq Zêdan Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê re civiya.

Di wê hevdîtinê de her du aliyan bal kişandin ser serkeftina pêkanîna pêvajoya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê ku di rewşeke aram de pêk hat. Herwiha, Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê tekezî li ser pabendbûna destûrî û gavên rûniştina Encûmena Nûneran a Iraqê û pêkanîna hikûmeta Iraqê ya paşerojê kir.

Di beşeke din a civînê de rewşa siyasî ya Iraq û herêmê bi giştî hat gotûbêjkirin.

Nûçeyên têkildar