9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyameke pîrozbahiyê ji Serok Barzanî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro 12ê Mijdarê , Serok Mesûd Barzanî, bi boneya birêveçûna serkeftî ya hilbijartinên parlamentoya Iraqê, pîrozbahî li welatiyên Kurdistanê û tevahiya Iraqê kir. 

Serok Barzanî di peyama xwe de got: "Bi boneya serkeftina proseya hilbijartinên Encumena Nûneran a Iraqê, ez pîrozbahiyê li welatiyên xweşdivî yên Kurdistanê û tevahiya Iraqê dikim. Herwiha, ez pîrozbahiyê li malbatên şehîdan ên serbilind, Pêşmergeyên qehreman û hemû çîn û beşên civaka Kurdistanê dikim."

Serok Barzanî di beşeke din a peyama xwe de got: "Ez bi pêwîst dizanim spasiya serkirdatî, endam, kadir û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bikim, herwiha spasiya dezgehên ewlehiyê û hemû aliyên pêwendîdar dikim ku bi westan û şevnênceniya xwe, jîngeheke aram ji bo birêveçûna prosesa hilbijartinê afirandin."

Di dawiya peyamê de, Serok Barzanî hêviya xwe anî ziman ku "ev hilbijartin û encamên wê bibin sedem ku Iraq bikeve ser rêya xwe ya rast."

Nûçeyên têkildar