9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê Pêşwaziya Sekreterê Giştî yê NY Kir

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info: Îro Duşemê, 10.11.2025, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de bi birêz Muhammed Elhessan, Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re, rewşa giştî ya Iraqê, hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Herwiha, girîngiya hilbijartin û rêveçûna pêvajoya dengdanê ya bêqisûr li Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî tekez kirin. Herwiha hêvî kirin ku hilbijartin û encamên wê, ji her alî ve Iraq û Herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke baştir ve bibin.

Herdu alî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr - Bexdayê bi rêya diyalog û lihevkirinê hemfikir bûn, herwiha piştgirî dan parastina aramî û ewlehiya li Iraqê.

Pêşketinên dawî yên rewşa herêmê bi giştî, mijareke din a hevdîtinê bû

Nûçeyên têkildar