Mesûr Barzanî: Kiryarên me şahidên gotinên me ne
1111__2025_11_04_h18m19s37__RM.jpg)
Dihok-KDP.info: îro (Sêşem, 4ê Mijdara 2025ê) , Bi beşdariya herdu Cîgirên Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, ji bo piştgiriya Lîsteya 275'an a PDKê, kernevaleke mezin a cemawerî li Yarîgeha Werzîşê ya Dihokê tê lidarxistin.
Mesûr Barzanî tekez dike ku Kiryarên me şahidên gotinên me ne
. Herweha Dibêje, partî her car di serfiraziyê de ye û vê carê jî bi piştvaniya we, ber bi serfiraziyeke mezintir ve gav diavêje.
Mesrûr Barzanî careke din tekez kir ku nûnerên (parlamenterên) partiyê di perlemana Iraqê de mafên hemû pêkhate û komên Iraqê û Herêma Kurdistanê diparêzin û bergiryê wan dikin.
Amaje jî da: “Guhertinên nû li herêmê berdewam çê dibin. Ji bo parastina ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê û bidestxistina bêtir destkeftiyan, divê em li Bexdayê bin û me tevlîbûneka çalak di Parlementoya Iraqê de hebe. Gelek alîyan bizav kiriye ku Herêma Kurdistanê negihîje armancên xwe, lê bi piştgiriya xelkê Kurdistanê, em li ser karwanê avedankirina Kurdistanê berdewam bûn û îşela em dê ranewestin. Gelek gotinên nerast û bêbextî li dijî PDKê hatine kirin, lê hewce nake ku em bersiva wan bidin ji ber ku bersiva nezanan bêdengî ye.”




