Mesrûr Barzanî li Soran: bi dengê we ber bi serkeftinê ve diçin

Soran-KDP.info: îro 27ê Cotmeha 2025an, Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî ahenga piştgiriyê ji bo lîsta 275 a Partiya Demokrat a Kurdistanê li Soranê bû û tê de gotarek pêşkêş kir, û got:" bi bawerî û bi pişta Xwedê, em bi dengê we ber bi serkeftinê ve diçin".
Barzanî bal kişand ser awayê birêvebirina bangeşeyê û ji alîgirên partiya xwe xwest ku bi awayekî aram û şaristanî tevbigerin. Herwiha got: "Em bi rewişta bilind a partîtî û rêbaza bilind a Barzanî bangeşeyê dikin; bi hêminî, lê bi gavên saxlem, bi bawerî û bi pişta Xwedê, em bi dengê we ber bi serkeftinê ve diçin."
Mesrûr Barzanî da zanîn jî, PDK niha li ser asta Kurdistanê bê rikaber e û partiya herî bihêz e û got: "Em dixwazin vê hêzê bibin Bexdayê û li wir berevaniyê li mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û tevahiya xelkê Iraqê bikin. Çiyayên vê deverê û yên Kurdistanê şahidê xebat û qurbanîdana PDK û Pêşmerge ne. PDK xwedî dîrokeke tijî serwerî û qurbanîdanê ye, xwedî hejbeyeke tijî destkeftî û proje ye, herwiha xwedî paşerojeke tijî hêvî û omîd e."
Mesrûr Barzanî got: "Em ji bo du armancan daxwaza baweriya welatiyan dikin: Yek, em dixwazin hûn berdewam bin li ser dayîna baweriyê bi me, da ku em jî di xizmeta we de berdewam bin. Duyem, em dixwazin dengê we ligel me be, da ku em berevaniyê li destkeftiyên xwe bikin. Em ne tenê sozan didin û tenê napeyivin; dema me soz da, me cîbicî kir û dema em axivîn, me bi cih anî. Dema me got em ê xizmeta we bikin, me kir. Niha jî pêwîst e em zêdetir xizmeta we bikin, lê ji bo ku em serkeftîtir bin, pêwîstiya me bi piştevaniya we heye."
Herwiha di gotara xwe de got: "Me berê soza xizmetkirina we û pêkanîna projeyan dabû we. Şoreşa avadaniyê ya PDKê dest pê kiriye. Kabîneyên li pey hev ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku PDK serpereştiya wan kiriye, kevirê bingehîn ê avadaniya Kurdistanê daniye. Em roj bi roj projeyên zêdetir ji bo we çêdikin. Tiştê ku em dikin ne minet e, em wê weke erka xwe dizanin û em şanaziyê bi xizmetkirina we dikin."
Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir û got: "Em dixwazin hêza PDK bibin Bexdayê û li wir berevaniyê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û yên tevahiya Iraqê bikin."




