Serokê Hikûmetê nexwaşxaneya “Şoreş – Hêtît”ê vekir

Hewlêr-KDP.info: îro 22.10.2025, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di merasîmeke taybet de li devera Amêdiyê, nexweşxaneya 'Şoreş-Hêtît' vekir.
Di merasîmê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî , gotarek pêşkêş kir û tekezî li ser giringiya projeyê ji bo xelkê deverê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêka axaftina xwe de pîrozbahî li xelkê kir û got: "Ez vekirina Nexweşxaneya Şoreş-Hêtît li hemû xelkê vê deverê pîroz dikim û hêvîdar im ku kes neçar nebe serdana wê bike. Lê ez piştrast im ku eger hatin, dê di destên ewle de bin û ji aliyê pizişk û perestaran ve bi awayekî herî baş xizmet li wan bê kirin."
Serokwezîr Barzanî amaje bi wê kir jî: "Min serdana beşên cuda yên nexweşxaneyê kir, bi rastî jî bi awayekî gelekî pêşketî hatiye amadekirin. Baweriya min heye ku pizişk û perestarên me yên gelek baş hene û dikarin bi awayekî herî baş xizmeta xelkê vê deverê bikin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha amaje bi sedema stratejîk a avakirina vê nexweşxaneyê kir û got: "Diviyabû me xizmeteke zêdetir ji bo vê deverê bikira. Herwiha ev daxwaza xelkê bû ku nexweşxaneyeke pêşketî ji bo wan bê avakirin, ji ber ku gelek caran, bi taybetî di demsala zivistanê de, ji ber berfê nexweş nedikarîn bigihîjin nexweşxaneyên din ên li Dihok, Amêdî û Hewlêrê. Ji ber vê yekê biryara avakirina vê nexweşxaneyê hat dayîn."




