Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Îmaratê kir

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 21ê Cotmeha 2025ê), Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeka dewleta Îmaratê kir, ku Alîkarê Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîran ji bo Lihevguhertina Ezmûn û Kêbirkêyan Ebdila Nasir Lutah serokatiya wê dikir.
Serokê Hikûmetê spasiya xwe ji bo hevkarî û piştgiriya berdewam a Îmaratê, bi taybetî Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayed Al Nehyan û Cîgirê Serokwezîr Şêx Mihemed bin Reşîd Al Mektûm, ji bo danûstandina ezmûn û pisporiya hikûmetê bi rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re anî ziman.
Şanda Îmaratê bal kêşa ser armanca serdana xwe, ku destnîşankirina warên hevkariya dualî ye, wekî stratejiya dîjîtalîkirina hikûmetê, pêşbîniya paşerojê, veberhênan û aborî, çavdêriya tenduristiyê, guherîna keşûhewayê, balafirvanî, pêşxistin û avakirina şiyanên mirovan û zêdetir xurtkirina têkiliyên dualî.





