9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî bi Serkirdayetiya Artêşa Iraqê re Civiya

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro Sêşemê 21/10/2025, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Ferîqê Yekemê Rukin Ebdul Emîr Reşîd Yarallah Serok Erkanê Artêşa Iraqê û şandeke pê re kir ku ji hejmarek ji efserên payebilind ên leşkerî û ewlehiyê yên Iraqê pêkhatibû.

Di civînê de, ku birêz Serok Erkanê Pêşmerge û berpirsên Wezareta Pêşmerge jî amade bûn, hevkariya hevbeş a Artêşa Iraqê û Pêşmerge bi Hevpeymaniya Navdewletî re, herwiha têkiliyên leşkerî û ewlehiyê yên Iraq û Amerîkayê di çarçoveya rêkeftina ewlehiyê ya dualî de, metirsiyên terorê û rewşa Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Herdu alî li hevnêrîn bûn ku DAIŞ hîn jî metirsiyeke rastîn e û gefê li aramî û ewlehiya Iraq û Sûriyê dixwe. Di vê derbarê de, Serok Nêçîrvan Barzanî dubare kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê û di çarçoveya rêkeftinên ewlehiyê yên Iraqê de, hîn jî pêwistiya wan bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî heye.

Rêzdar Barzanî herwiha pesnê rola Artêşa Iraqê di pêkanîna ewlehî û aramiyê li welat de da û xurtkirina hevkariya hevbeş a Pêşmerge û Artêşa Iraqê wekî pêwist bi nav kir. Ji aliyê xwe ve, Serok Erkanê Iraqê tekez kir ku niha hevkariya di navbera Artêş û Pêşmerge de di baştirîn rewşê de ye û di vê derbarê de pesnê rola birêz Serok Erkanê Pêşmerge da.

Parastina ewlehiya tixûban û rewşa deriyên tixûbî, bi taybetî di navbera Sûriye û Iraqê de, bidawîhatina erkê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê di Îlona 2026an de û rewşa piştî wê qonaxê, mijareke din a civînê bû.

Nûçeyên têkildar