9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: PDK partiya herî mezin û bihêz a Kurdistanê ye

Çavkanî: KDP.info

ewlêr-KDP.info: îro 20ê Cotmeha 2025an , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî beşdarî ahenga propagandeyê ya Lîsteya 275an a PDKê li Hewlêrê bû. 

Mesrûr Barzanî gotarek di kernevalê de pêşkêş kir û tê de tekez kir:"PKK partiya herî mezin a Kurdistanê ye û em dixwazin îspat bikin ku em partiya herî bihêz a Iraqê ne".

Mesrûr Barzanî herwesa got: “Pir pir girîng e ku em hemî bi awayekî çalak tevlî van hilbijartinan bibin. Em hemî biçin ser sindoqên dengdanê û em xwe bi xwe, kesûkar, heval û nasên xwe teşwîq bikin. Werin vê carê, em nîşanî dost û dijminên xwe bidin ka hêza PDKê çi ye. Ne tenê li Herêma Kurdistanê, lê li seranserê Iraqê.”

Amaje jî da: "Bê guman, PDK partiya herî mezin û bihêz a Kurdistanê ye, lê em dixwazin biselimînin ku ew di eynî demê de partiya siyasî ya herî bihêz a Iraqê jî ye."

Nûçeyên têkildar