9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Em li vir in ku bibêjin me sozek din bi cih aniye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Îro 19.10.2025ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî , rêya du alî ya Gomespan-Smaquli vekir û got: "Em li vir in ku bibêjin me sozek din bi cih aniye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina cadeya Gomespan-Simaqûliyê de got: “Piştî saleke ku me soz dabû vê projeyê çê bikin, em niha li vê derê ne ku bibêjin me sozeka din jî bi cih anî. Tevî hemî krîz û pirsgirêkên ku ji bo Herêma Kurdistanê tên çêkirin, tevî hemî pirsgirêkên ku ji bo aboriya Kurdistanê û pêşxistina Kurdistanê hatine çêkirin, em niha li beranberî gelê Kurdistanê û cîhanê rawestane, da ku ji wan re bibêjin: Eger îradeya xurt û welatperweriya xurt hebin, tu tiştek mistehîl nîne.”

Mesrûr Barzanî herwesa ragihand: “Ev cadeya dualî pareka projeyeka mezintir e, ku ji bajarê Hewlêrê dest pê bike. Herwesa ev cadeya dualî dê rêyê li ber girêdana parêzgeha Hewlêrê bi parêzgeha Silêmaniyê û Rêveberiya Xweser a Raperînê ve veke, ku dê hatinûçûnê ji bo vê deverê hêsan bike.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir: "Ev rê dê qezayên trafîkê kêm bike.”  Herwesa got: “Ez ji welatiyan dixwazim ku rênimayên trafîkê bişopînin. Kurdistan welatekê xweşik e, ev rengê projeyan jîwî xweşiktir dike, lê li ser me pêdivî ye ku em vê xweşiktiyê biparêzin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere jî kir: "Min gelek caran daxwaz kiriye ku jîngeh û paqijiya vî welatî biparêzin. Erkê me ye ku em vê malê biparêzin û xweşik bihêlin. Tevî van hemî gaziyan, em dibînin ku hin kesên neberpirs guh nadin parastina jîngehê."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî da: “Gelek bernameyên me ji bo sektora geştiyariyê li vê deverê û deverên din jî hene. Gelek projeyên me yên din jî hene, îşela ew jî bi zûtirîn dem bên bicihanîn û bikevin ber xizmeta welatiyan.”

Nûçeyên têkildar