9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li David Petraeus kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro piştî nîvro Duşemê 13.10.2025, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de ligel David Petraeus, Serokê berê yê Ajansa Îstîxbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) û dostê kevin ê Iraq û Herêma Kurdistanê, behsa rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û geşedanên li herêmê kirin.
Herdu alî li ser girîngiya peywendiyên Amerîkayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê wekî du hevalbendên ku berjewendiyên hevpar ên stratejîk wan bi hev ve girêdidin, li hev nêrîn û raman bûn û dikarin di gelek warên cûda de hevkariya xwe ya hevpar pêş bixin.
Di mijareke din a hevdîtinê de, girîngiya parastina aramî û ewlehiya herêmê destnîşan kirin. Di vî warî de, wan bal kişandin ser rola Iraq û Herêma Kurdistanê ku dikarin bibin alîkar ji bo avakirina pirên peywendiyê û komkirina berjewendiyên hevpar ên herêmê bi riya hevkariya di warê enerjî û aboriyê de.
Pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê, rewşa Sûriyeyê, metirsiyên terorê û gefên DAIŞê, aliyekî din ê hevdîtinê bû.

Nûçeyên têkildar