9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

DK dest bi bangeşeya xwe ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro 12ê Cotmeha 2025an li Hewlêra Paytext , Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), , bi awayekî fermî dest bi bangeşeya xwe ya ji bo hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Iraqê kir.

Di merasîmê de, ji bilî Serok Barzanî, herdu Cîgirên Serokê PDKê, endamên Polîtburoyê û Encûmena Serkirdetiyê, ligel berbijêrên partiyê yên ji bo parlamentoyê amade bûn.

Serok Barzanî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û di destpêka axaftina xwe de got: "Ez xwe gelekî bextewar dibînim ku îro ji bo bangeşeya hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Iraqê bi we re kom dibim." Herwiha destnîşan kir ku her hilbijartinek girîng e û di rewşeke cuda de tê lidarxistin.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Serok Barzanî bal kişand ser serxistina lîsteyê û got: "Ya girîng ew e ku lîsteya 275an ser bikeve. Eger lîste ser bikeve, tê wateya ku hûn hemû serketî ne. Pêwîst e bala we li ser serxistina lîsteyê be."

Serok Mesdû Barzanî got," Piştî 2003yan nanê Enfalkirî û kîmyabarankiriyan birîn.

Ez hêvîdar im ev hilbijartin derfeteke nû bîne pêş û ew şaşiyên ku hatine kirin, çi ji aliyê me ve be, çi ji aliyê wan ve be, neyên dubarekirin.

Nûçeyên têkildar