9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Hêmin Hewramî û Konsulusê Korwatiyayê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Duhî li Hewlêrê Berpirsê peywendiyên Derve yên Partiya Demokrat a Kurdistanê Hêmin Hewramî pêşwaziya Konsulusê Korwatiyayê yê li Bexdayê kir.

Di destpêka civînekî de Konsulusê Korwatiyayê ragihand ku, armanc ji vê serdana han agehdarbûn ji rewşa dawî ya Kurdistan, Iraq û Deverê ye.

Nav hatî kêfxweşiya xwe li hember pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de û rewşa aram ya Kurdistanê diyar kir û rola Partiya Demokrat a Kurdistanê jî di vê warî de bigirîng wesif kir.

Di berdewamiya vê civîna han de Hêmin Hewramî siyaset û helwestên partiya demokrata Kurdistanê yên li hember peyvendiyên navbera Bexda û Hewlêrê rave kir û ragihand ku, bo çareser kirina kêşeyên heyî biryare heyeteke Kurdistanî serdana Bexdayê bike û nameyeke Serokatiya Kurdistanê pêşkêşî aliyên têkeldar yên li Bexdayê bike. Jêder KTV

 

Nûçeyên têkildar