Şandekê Kurdên Bakûr serdana liqê 18 kirin

Amêdiyê-KDP.info/ Şandekê kurdên bakûrê kurdistanê sera liqê 18ê Partiya Demokrat a Kurdistanê da li roja çarşembê rêkeftî 10/4/2013.
Piştî sera mezarê nemiran li Barzan day û li demê vegeriyanê şandê bajêrê Diyarbekir bi serokatiya (Mela Arif Diyarbekirî) sera liqa 18ê Partî da û ji layê hêja (Friq Faruq) berpirsê liqê û hijmareka kargêran ve hatin pêşwazîkirin, diruniştinekêda behsê rewşa îro ya kurdistanê bigiştî û pêngavên îro têne havêtin jibo çarekirina girifta kurdan ligel Turkiya hate kirin û şandê mêhvan rolê serkirdayetiya Partî divî warîde bilind nirxand û herwesan xweşhaliya xwe derbirî bwêpêşveçûna îro li herêma kurdistanê heye




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)