9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazî li Bafil Talabanî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro 27ê Îlonê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talabanî kir.
Baregeha Barzanî ragihand, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê, ya herêmê, proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû ya herêmê hatin gotûbêjkirin.
Civîna dawî ya di navbera Serok Barzanî û Bafil Talabanî de di 14ê Tîrmeha îsal de li Baregeha Barzanî bû.
Piştî wê civînê, herdu polîtburoyên Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê daxuyaniyek hevbeş belav kiribûn ku tê de hatibû gotin, civîn taybet bû bi bûyer, geşedan, pirsgirêk û astengiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, bi taybetî mafên darayî û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar