9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Referandum roja serketina îradeya neteweya me ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro 25ê Îlona 2025a, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de referandum wek "biryareke wêrek a gelê Kurdistanê" û "roja serketina îradeya neteweya me" binav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya heştemîn salvegera referanduma serxwebûna Kurdistanê peyamek belav kir.

Di peyama Serokwezîr de hat: "Salvegera referandumê, roja biryara wêrek a gelê Kurdistanê, roja serketina îradeya neteweya me û roja hêvî û omîdê, li Serok Barzanî yê rêber û Pêşmerge, li malbatên serbilind ên şehîdan, li Pêşmergeyên qehreman û li gelê niştimanperwer û xweragir ê Kurdistanê pîroz be.

Nûçeyên têkildar