Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Japonê yê li Îraqê kir in

Hewlêr-KDP.info: îro 23ê Îlona 2025an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî , pêşwazî li Balyozê Japonê yê li Iraqê Akira Endo kir.
di hevdîtinê de behsa pêşxistina pêwendiyên di navbera Japonya û Herêma Kurdistanê de, rewşa giştî ya Iraqê û amadekariyên ji bo hilbijartinên pêş ên Encûmena Nûneran hat kirin.
Balyozê Japonê behsa kar, çalakî û projeyên welatê xwe yên li Herêma Kurdistanê kir û da zanîn ku ew bi rêya Ajansa JICA'yê gelek projeyên curbecur bi cih tînin.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Herêma Kurdistanê ji bo alîkarî, piştevanî û projeyên Japonyayê anî ziman û tekezî li ser girîngiya sûdwergirtina ji şarezayî û ezmûna dewlemend a Japonê di warên pîşesazî, perwerde û geşepêdana aborî de kir.




