9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîr Mesrûr Barzanî zengila sala nû ya xwandinê lêda

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro (Yekşem, 21ê Îlona 2025ê) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sibeha li Dibistana Dimdimê ya bajarê Zaxoyê zengila sala nû ya xwendinê lêda.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her di wê merasîmê de peyamek jî pêşkêş kir û tê de got, “Ez destpêkirina sala nû ya xwandinê li hemî xwendekar, mamosta û hemî xelkê Herêma Kurdistanê pîroz dikim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Ez destxsweşiyê li daybavan dikim ku zarokên xwe dişînin dibistanan. Ez piştrast im ku ev xwendekar dê li paşerojê bibin serkirde û dê welatê me bêtir ber bi pêş ve bibin."

 

Nûçeyên têkildar