Serok Barzanî pêşwaziya şandeke hevpeymaniya Hesim û Neynawayê bo gelê wê kir

Hewlêr-KDP.info: îro (Pêncşem, 18ê Îlona 2025ê), “Serok Barzanî li Pîrmamê bi şandeke Hevpeymaniya Hesim û Hevpeymaniya Neynawayê ji bo gelê wê re civiya, ku Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Ebasî serokatiya dikir.”
Di wê civînê de rewşa siyasî ya Iraqê hat nîqaşkirin, herdu aliyan dîtin û nerînên xwe li ser hilbijartinên bê yên Encûmena Nûnerên Iraqê li hev guhertin û tekez li ser hevahengiya aliyan ji bo derbaskirina pirsgirêkên siyasî kir.





