Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke odeya bazirganî ya Amerîkayê kir

Hewlêr-KDP.info: îro 9ê Îlonê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke odeya bazirganî ya Amerîkayê bi Serokatiya Cîgirê Serokê odeya bazirganî ya Amerîkayê birêz Steve Lutz kir ku, ji hijmareke zêde ji kompaniyên Amerîkî pêk hatibû.
Di civînê de ku, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, Serokwezîr Barzanî piştî bixêrhatina şandeyê, spasî û pêzanîna Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û piştevaniya Amerîkayê anî ziman. Piştre, ronahî xist ser reformên kabîneya nehem di warê cihêrengkirina aboriyê de, bi taybetî di sektorên enerjî, çandinî, sîstema bankî û dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî de. Di vê çarçoveyê de, Serokwezîr amaje bi serkeftina herdu projeyên "Hejmara Min" û "Ronakî" kir.
Serokê Hikûmetê herwiha amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina hemû hêsankariyan ji bo veberhênerên navxweyî û biyanî dubare kir.
Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê li ser navê şandeyê spasiya pêşwaziya germ a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û daxwaza kompaniyên Amerîkî ji bo pêşxistina pêwendiyên bazirganî yên bi Herêma Kurdistanê re anî ziman.
Di dawiya hevdîtinê de, Serok û Cîgirê Serokê Hikûmetê bersiva pirs, nêrîn û têbîniyên amadebûyan dan.




