Peyama Mesrûr Barzanî ji bo roja bûna Pêxemberê Îslamê

Hewlêr-KDP.info: îro 4ê Îlona 2025an, Mesrûr Barzanî bi boneya bîranîna jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed (Silavên Xwedê li ser bin), peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Di peyama xwe da,Serokwezîr Barzanî pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî tevahiya misilmanên Kurdistanê û cîhanê kir.
Mesrûr Barzanî di peyamê de hêviya xwe anî ziman ev bîranîna pîroz bibe derfetek ji bo bihêzkirina nirxên mirovahiyê û got: "Hêvîdar im bîranîna jidayikbûna Pêxember, bibe derfetek ji bo zêdetir bihêzkirina nirx û bingehên bilind ên mirovahiyê û geşkirina aştî, hevahengî, pêkvejiyan û dadperweriyê."
Di dawiya peyama xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: "Cejna jidayikbûna Pêxember pîroz be û Xwedayê mezin Kurdistanê biparêze.




