9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Bila peyamên Pêxember rêberiya me hemûyan bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro 4ê Îlonê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di peyamekê de pîrozbahiyên xwe yên herî germ li tevahiya misilmanên li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Nêçîrvan Barzanî hêviya xwe anî ziman ku ev bîranîna pîroz, xweşî û aramiyê bi xwe re bîne û bibe sedema aştî û asûdehiyê ji bo herkesî.

Di beşeke din a peyamê de, Serokê Herêma Kurdistanê got: "Ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku di bîranîna jidayikbûna Pêxember de, peyama wî ya aştîxwaz, mirovperwer û qenciyê, li ser civaka misilmanan û mirovahiyê serwer bibe û rêberiya me hemûyan bike."

Di dawiya peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî got: "Her sal bi xweşî be, li herkesî pîroz be.

 

Nûçeyên têkildar