Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir

îro 2ê Îlona 2025ê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û Serokê Nûneratiya Neteweyên Yekgirtî ji bo Alîkariya Iraqê (UNAMI) Mihemed Hessan kir.
Di hevdîtinê de, derbarê pêşhat û geşedanên dawî yên li Herêma Kurdistanê û rewşa giştî ya Iraq û navçeyê de gotûbêj hat kirin.
Mijareke serekî ya civînê, tekezkirina li ser girîngiya parastin û dabînkirina mafên destûrî û şayisteyên darayî yên xelkê Kurdistanê û rêzgirtina li qewareya federal a Herêma Kurdistanê bû.




