9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Şandeke Tirkî Tekezî li ser Pêşxistina Peywendiyan Kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro sêşema 02.09.2025 danê sibehê, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Balyoz Alî Riza Guney, Rêvebirê Giştî yê Karûbarên Iraq û Îranê li Wezareta Derve ya Tirkiyeyê û şandeke pê re kir.

Di hevdîtinê de, peywendiyên Tirkiyeyê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa navxweyî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr – Bexdayê û hilbijartinên dahatû yên Iraqê hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan asta peywendiyên xwe bilind nirxandin û tekezî li ser berfirehkirina hevkariya hevbeş di warên curbicur de kirin.

Rewşa ewlehiyê ya herêmê û pêşhatên dawî yên Sûriyê û Rojhilata Navîn û bandor û encamên wan, digel çend pirsên din ên girîngiya hevbeş, babeteke din a hevdîtinê bû ku birêz Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê jî amade bû.

 

Nûçeyên têkildar