9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK li ser bûyerên Silêmaniyê: Divê rêz li serweriya yasayê bê girtin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro 25ê Tebaxê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê bûyera 22ê Tebaxa 2025an a li bajarê Silêmaniyê, ku di encamê de hejmarek qurbanî çêbûn, daxuyaniyek belav kir û tê de nîgeraniya xwe ya kûr anî ziman û bang li hemû aliyan kir ku xwe ragirin, rêzê li serweriya yasa û saziyên fermî bigirin û dawî li êrîşên medyayî bînin.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin, Herêma Kurdistanê qewareyeke destûrî ye û berhema têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê ye, lewma divê serweriya yasayê û aramî û seqamgîriya Silêmaniyê û tevahiya Herêmê were parastin.

Di dawiya daxuyaniyê de, Polîtburoya PDKê sersaxî li malbat û kesûkarên hemû qurbaniyan kir, hevxemiya xwe bi wan re nîşan da û hêviya başbûna bilez ji birîndaran re xwest.

Nûçeyên têkildar