9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî di salvegera Enfalê de li Badînanê: Divê Bexda qurbaniyan qerebû bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro 25ê Tebaxê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi bone 37emîn salvegera tawanên Enfala Badînanê, careke din bang li hikûmeta federal a Iraqê kir ku erkê xwe yê yasayî û destûrî di qerebûkirina kesûkarên qurbaniyên jenosîdê de bicih bîne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek li ser tora civakî ya 'X' belav kir û tê de bi rêz û rûmet qurbaniyên wî tawanê hovane yê rejîma berê ya Iraqê bibîr anîn.

Di peyama xwe de, Serokwezîr Barzanî daxwaza sereke ya Herêma Kurdistanê dubare kir û got: "Pêwîst e hikûmeta federal erkê xwe yê yasayî û destûrî di qerebûkirina kesûkarên qurbaniyan de cîbicî bike."

Herwiha, Serokwezîr silav ji bo giyanê pak ê qurbaniyên jenosîda Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê şand.

 

Nûçeyên têkildar