9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Serbest Lezgîn: Em wek PDKê dê berdewam palpişt û hevkarê nojdaran bin

Çavkanî: KDP.info

Zaxo-KDP.info/ Bi amadebûna Serbest Lezgîn endamê civata serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û berpirsê liqê 8ê Partî li Zaxo û hijmareka kargêrên liqê û Dr. Qerenî Se'îd rêveberê saxlemiya Zaxo, liqê heşt mêhvandariyeka rêzgirtinê bo nojdarên Zaxo sazkir.
Serbest Lezgîn berpirsê liqê 8ê Partî di runiştina evê mêhvandariya rêzgirtinê de karê wan nojdaran yê mirovayetî û xizmeta wan bo hawlatiyan û rolê wan wekî texeka giring û karîger dinav civakê beriz nirxand û ragehand ku pîşeya nojdariyê hêmayeke bo biha û giringiya mrovî lewra divêt bi çavekî mezinê rêzgirtinê berê xwe bideyne nojdaran.

Berpirsê liqê diyarkir ku em wek Partiya Demokrat a Kurdistanê dê palpişt û hevkarbîn daku nojdarên me jî bi bawerî û pişt rastî berdewamiyê bidne kar û xizmetên xwe yên mirovayetîyê

 

Nûçeyên têkildar