9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Liqê Yek roja azadî ya Iraqê pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Sîstemê hikûmranî yê dewleta Iraqê li damezrandina xwe piştî şerê cîhanê yê yekê li pê berjewendîyên welatên serkeftî hate avakirin, û bereçava siruşt û pêk hatên wênehate kirin lewma bi desthelateka lawaz zemînesaz bo serhldana sîstemê dîktatorî.

Rijêma baas ya bin gur bi lutka deshelatên şufênî û dîktatorî bû ji zincîra desthelatên li dîf yek yên hikûmranî li Iraqê kirî, û pêkve ser tehmîşkirin û Ereb kirina Kurdistanê û yek helwêst bûye ta hemî sînorên yasayî û exlaqî ji dest dayn bi Enfal û kîmya barankirina xelkê kurdistanê.

Helweşandina peykerê dîktatoriyetê li Bexda (9/4/2003) ê helweşandina sîstemê takirewî û şofînî bûye, û rojeka geş û azadî û avakirina Iraqa nûy liser binemayê dîmokrasî û fêdraliyê.

Xelkê kurdistanê şanazin bi rolê qurbaniyên xwe li bergirî kirin û ruxandina dîktatoriyetê û belavkirina giyanê aştî û birayetiyê li Iraqê.

Sereray pirosa siyasî ya avakirina Iraqeka dîmokrat û fêdral, lê mixabin hêşta ew jîngeh û hizra paşve mayî di xwe sepandin vegerandina Iraqê berev bi paşve, lê hişyarî û yekrêziya xelkê kurdistanê zamine bû parastin û gehandina karwanê azadî û avakirina kurdistanê.

Roja azadiya Iraqê li tevayê xelkê Iraqê û Kurdistanê û dîmokratxwazên cîhanê pîroz bît.



Liqê Yek

Partiya Demokrat a Kurdistanê

8/4/2013

Nûçeyên têkildar