Mesrûr Barzanî: Divê pevçûnên li Silêmaniyê bi lez bên rawestandin

Hewlêr-KDP.info: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê şer û aloziyên di navbera hêzên YNKê û Lahur Cengî yên li Hotel Lalezer a Silêmaniyê daxwaza rawestandina tavilê ya pevçûnan kir û dibêje; Bila ciwanên vî welatê nebin qurban.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlehiya YNKê û Serokê Eniya Gel Lahur Ceng, de peyamek lezgîn weşand: ‘’Ew tengezarî û pevçûna li Silêmaniyê pêktê, asayîş û seqamgiriya Herêma Kurdistanê dike armanc. Ji bo wê jî pêwîste hemû aliyek xwe li ber çavan re derbas bike û demildest ew pevçûn bê rawestandin û ciwanên vî welatî nebin qurban. Her pirsgirêk û nakokiyek hebe jî divê bi rêyên yasayî were çareserkirin.”
Serokê Hikûmetê ragehand: "Ez bi hemû aliyan re dixebitim da ku van aloziyan bi dawî bikim û pêşî li rijandina xwîn û tundûtûjiyê bigirim.’




