9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama Serok Barzanî ya ji bo bîranîna bîst saliya damezrandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi boneya 20emîn salvegera damezrandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, peyameke pîrozbahiyê belav kir û rola mirovdostî ya dezgehê bilind nirxand.

Naveroka Peyama Serok Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta bîstemîn salvegera damezrandina (Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî) germtirîn pîrozbahiyên xwe li Serok û Birêvebiran û Karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikim. Rûmeta min ji bo rola mirovdostane û xêrxwaziyaneya wê dezgehê ya li bihanaveçûna koçberan û lêqewimiyan û yarmetîdana nexweş û bê serpereştan û xelkên hejar û kêmderametan de heye. Erk û karên xwe bi awayeke hêja encam dane û cihê şanaziyê ne.

Destxweşî û spasiya wan dikim û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo wan dixwazim.

Mesûd Barzanî

Nûçeyên têkildar