Mesrûr Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê kir

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 29ê Tîrmeha 2025ê) , Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê û Serokê UNAMIyê Mihemed Hesan kir.
Di civînê de, dîtin û nerîn li ser pêşketinên dawiyê yên rewşa giştî ya Iraq û deverê li hev hatin guhertin, herwesa Mijara sereke ya wê civînê tekezkirina rêzgirtin û garantîkirina mafên destûrî û darayî yên xelkê Kurdistanê û serederîkirina bi Herêma Kurdistanê re bi awayekî dadperwerane û wekî qewareyeke destûrî û federalî,
herwesa Bidawîanîna êrîşên terorîstî yên li ser jêrxaneya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê û bicihanîna rêkarên qanûnî li beranberî êrîşkeran jî aliyekî mijare sereke ya wê civînê bû.




