9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Encûmena Wezîran: Divê Hikûmeta Federal mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bişîne

Çavkanî: KDP.info

 Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê civiyan, Encûmena Wezîran da diyarkirin : Divê Hikûmeta Federal mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bişîne

Mijara sereke ya civînê, nîqaşkirina pêşketinên dawî yên di warê bicîhanîna rêkeftin û têgihîştina hevbeş a herî dawî ya di navbera herdu hikûmetên Herêm û hikûmeta Federal de bû, ku hefteya borî ji aliyê Encûmena Wezîrên herdu aliyan ve hatibû pejirandin û taybet li ser mûçe û mafên darayî yên herêmê, hinardekirina petrolê û dahatên ne-petrolê, mekanîzm û prosedurên gavên di rêkeftinê de ji hêla wezaretan, aliyên peywendîdar û komîteyên hevbeş ên her du aliyan ve ye.

Encûmena Wezîran piştrast kir ku Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe bi temamî bicîh aniye. Wezareta Darayî û Aboriyê li gorî peymana hevbeş, ji bilî şandina lîsteyên mûçeyên pejirandî yên Gulan û Hezîranê, 120 milyar dînar pere xistiye hesabê Wezareta Darayî ya Federal. Di denetima demsalî ya dahat û xerciyan de, Herêma Kurdistanê hemû dahat û xercên xwe bi awayekî zelal pêşkêş kiriye.

Di derbarê petrolê de jî, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê di çend rojên dawî de û bi rêya lijneyeke hevbeş ve, hemû hêsankariyek pêşkêşî lijneya wezareta petrolê ya Federal û kompanyaya SOMO hatiye kirin ji berdestxistina agahî û dane û serdanên rasteras bo tevahiya parzûngehên petrolê li Herêmê, lijneya teknîkî ya herdu wezaretan, li ser protokola destpê kirina hinartina Petrola Herêmê bi rêya kompanya SOMO gehiştine têgehiştineke hevbeş bo wê mîqdara petrolê ya ku niha li Herêma kurdistanê berhem tê, ji ber ku ji ber êrîşên dronî yên trorîstî û nerewa ên vê dawiyê yên li ser parzûngehên Petrola Herêmê, berhemanîna petrolê, bi awayekî berçav kêm bûne.

Nûçeyên têkildar