9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Elî Bapîr kir

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info: îro 23ê Tîrmehê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya jinûve-hilbijartina Elî Bapîr weke Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî wî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de, tekezî li ser girîngiya yekrêziyê kir û got: "Hêvîdar im Komela Dadgerî ya Kurdistanê û hemû hêz û aliyên Kurdistanî, li ser parastina maf û daxwaziyên gelê Kurdistanê û parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê, xwedî helwest û dengekî hevpar bin."

Nûçeyên têkildar