PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir û civîna herdu Mektebên Siyasî yên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) a di derbarê bûyer û pêşhat û pirsgirêk û astengiyên Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal taybetî jî mafên darayî û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de, hat encamdan.
Piştî guftûgo û danûstandina nerîn û şîrovekirina hemû aliyan a ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve, her du alî hemfikir bûn ku hemû hewlên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkê û dabînkirina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û hemû gavên pêwîst di çarçoveya destûrê de bidin.
Beşek din a civînê ji bo xurtkirina zêdetir a têkiliyên di navbera YNK û PDKê de ji bo derbaskirina astengî û dijwarîyan û parastina statuya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên wê hat veqetandin.
Di civînê de tekezî li ser pêwîstiya yekgirtina helwestên hemû aliyên siyasî yên li Kurdistan û Iraqê ji bo alîkarî û piştgiriyê di çareserkirina vê pirsgirêkê de hat kirin.




