9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî tekezî li serxistina proseya aştiyê dike

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li pêngava Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo çekdanînê kir û ew wekî "pêngaveke girîng û dilxweşker" bi nav kir.


naveroka peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Pêşwaziyê li wê hengava îro ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo çekdananê dikîn ku li rêwresmek da bi amadebûna serkirdayetiya DEM Partî û Nûnerên Herêma Kurdistanê û hejmarek ji siyasetmedaran û kesayetî û saziyên ragihandina Tirkiyê li Herêma Kurdistanê birêveçû.

Eve hengaveke dinê girîng û dilxweşkerê serxistina proseya aştiyê bû. Em piştrastin ev hengav proseya aştiyê dibe qonaxeke nû û hengavên dinê kirdarî li pey wê da tê ku proseyê bi awayeke dirust da pêşve dibe.

Her bi vê helkeftê tevahiya pêdagiriya xwe bi berdewamiya hemû piştevanî û piştgîriya ji bo serxistina proseya aştiyê dûpat dikîn. Bi vê navê da wekî herdem ji bo pêşkêşkirina hemû yarmetî û hêsankariyeke pêwîst û bi cîh kirina her erkekê ku bikeve ser milên me, em amadene.

Proseya aştî di demek daye ku navçe bi qonax û rewşeke hestiyar da derbas dibe û ji hemû aliyek dixwaze hemû hewlek bi navê serxistina aştiyê da bidin. Li aştiyê da hemû serkeftîne û serkeftina aştî, xizmetê bi Tirkiye û tevahiya navçeyê û hemû aliyek dike.

Spas û rûmet û destxweşiyên xwe ji bo cenabê Serok Erdogan û destpêşxerî û piştgîrî û hewlên wî yên ji bo serxistina proseya aştiyê dûpat dikîn. Herwiha bi rêz ve li rola birêzan Bahçelî û Ocalan û wan hemûyan dinêrîn ku kar bi navê serxistina aştiyê da dikin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11.07.2025

 

 


 

 

 

 

Nûçeyên têkildar