Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Venezuelayê kir

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtinek de bi Arturo Aníbal Gallegos Ramírez Balyozê Venezuela li Iraqê re, di derbarê derfetên zêdetir pêşxistina bi peywendiyên Venezuela bi Iraqê re danustandina bîr û ramanan kirin.
Li mijareke dinê hevdîtinê de, rewşa giştiya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên navçeyê û karvedanên wê xistin ber behs û gotûbêjan. Li vî derbarî de, telez li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiya navçeyê û çareserkirina aştîyaneya kêşe û nakokiyan kirin




