Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ¡ Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr Ü Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.
Her du alî tekez li ser girîngiya bi dûr girtina Iraqê ji kêşe û aloziyên navçeyê û parastina aramî û ewlehiya welat kirin. Herwiha çareserkirina kêşeyên Hewlêr Ü Bexdayê bi guftûgo û hevdû têgihiştina li ser bingeha destûr bi pêwîst zanîn ku li berjewendiya tevahiya welat daye.




