Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.
Ev jî peyama Serok Barzanî ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina yekê Muherrem serê sala koçî germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî tevahiya misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim hatina sala nû ya koça bibê sedema bextewerî û xweşiya hemû aliyek û aştî û aramî xwe li ser navçeya me û tevahiya mirovayetiyê da bikêşê.
Her bimînin li xêr û xweşiyê da
Mesûd Barzanî
1 ê Muherema 1447 ê koçî




