9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.

Naveroka peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Yekê Muherrem, serê sala nû ya koçî bi germî li tevahiya misilmanên li Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im sala nû, xêr û xweşî, aramî û bexteweriyê ji bo hemûyan bi xwe re bîne û sala serkeftin û kameraniyê be.

Li vê helkeftê de dûpat dikîn ku wekî herdem Kurdistan niştimanê firehî û pêkvejiyana aştiyane û hevdû qebûl kirin û lêborîna li navbera tevahiya pêkhatên olî û neteweyiyan da dibe. Erkê me hemûyane pêkve bi navê niha û paşerojeke baştir da ji bo Kurdistaniyan kar bikîn.

Hemû salek bi xweşî û li hemûyan pîroz be.



Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
1 ê Muherremê 1447
26.06.2025

Nûçeyên têkildar