9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Holandayê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 25.06.2025 , Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtineke bi birêz Adriaan IJsselstein Konsulê Giştî yê Holanda li Herêma Kurdistanê re, peywendiyên Holanda bi Herêma Kurdistanê re û pêşhatên dawî ya rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.

Her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyan û berfireh kirina warên alîkariyên hevbeşên di navbera xwe de kirin. Herwiha di derbarê rewşa navçeyê, li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê û li ber girtina guftûgo û rêyên dîplomasiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan de hevra bûn.

Di mijareke dinê hevdîtinê de, behsa çend pirseke dinê girîng û hevbeş kirin.

Nûçeyên têkildar