9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Ez pêşwaziyê li destpêşxeriya Serokê Amerîkayê ya ji bo agirbestê dikim

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro 24ê Hezîranê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek li ser tora civakî ya “X” belav kir û tê de piştgiriya xwe ji bo agirbestê nîşan da û girîngiya aramiyê ji bo herêmê anî ziman.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: "Ez pêşwaziyê li ragihandina agirbestê ya Serok Donald Trump dikim. Xwe-ragirtin û diyalog, tekane çareserî ye."

Herwiha da zanîn, divê li herêmê aramî û seqamgîrî hebe û wiha domand: "Pêwîstiya herêmê bi aramiyê, rêzgirtina ji cîran û hevparan re û biryarên li ser bingeha şehrezayî û serkirdayetiyeke berpirsyar heye."

duh bi şev ,Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê şerê Îsraîl û Îranê peyamek belav kir û got, ”Agirbestê dest pê kiriye, ji kerema xwe re bin pê mekin.”

Nûçeyên têkildar