9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama Nêçîrvan Barzanî li ser Agirbestî Iran û Îsraîlê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info:îro 24ê Hezîranê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî ji wê agirbestê dike ku Donald Trump di navbera Iran û Îsraîlê da ragihand; dibêje, "  Ez danezana Serok Donald Trump a ji bo agirbestê bi dilxweşî pêşwazî dikim, Ez bahwer dikim ku li Rojhilata Navîn yekane rêya ku ber bi aramî, ewlehî û refahê ve diçe diyaloga avaker û tegihiştina di navbera hemû aliyan de ye.

duh bi şev ,Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê şerê Îsraîl û Îranê peyamek belav kir û got, ”Agirbestê dest pê kiriye, ji kerema xwe re bin pê mekin.”

Nûçeyên têkildar