9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Tirkiye kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 23ê Hezîrana 2025ê) Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Erman Topçu Konsulê Giştî yê Tirkiye li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de peywendiyên Tirkiye bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pêşhatên dawî ya rewşa Rojhilata Navîn û metirsî û encamên wê, herwiha piştî girtina balafirxaneyên li Iraq û Herêma Kurdistanê tevgera hatinûçûna li tixûbên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê gotubêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo wê hêsankariya li vegerana geştiyar û welatiyên Herêma Kurdistan û Iraqê ya li xalên tixûbiyan de pêşkêş dikin, spasiya aliyên peywendîdarên Tirkiye kir. Her li vî derbarî de bi taybetî pesnê rola birêz Konsulê Giştî yê Tirkiye li Herêma Kurdistanê û tîma wî kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Konsulê Giştî yê Tirkiye, amadehiya aliyên peywendîdarên Tirkiye ya pêşkêşkirina hemû hêsankariyeke ji bo geştiyar û welatî û serdanîkerên Herêma Kurdistanê li xalên tixûbiyan dûpat kir. Herwiha pesnê dezgeh û aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya li xalên tixûbiyan kir ku tevahiya amadekariyan ji bo vê rewşê kirine.

Li mijareke dinê hevdîtinê de, çend pirseke dinê girîng û hevbeş hatin gotubêj kirin.

Nûçeyên têkildar