9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Liqê 8 xuleka fêrkirina kompyoterê bo 80 kadirên Partiyê vekir

Çavkanî: KDP.info

Zaxo-KDP.info/ Bi çavdêriya Serbest Lezgîn endamê civata serkirdayetiya Partî, pişka amara nivêsîngeha rêkxstina liqê 8ê Partî, xuleka fêrkirina pirogiramên amarê yên kompyoterê bo 80 kadirên partî li hola liqê heşt vekir.

Serbest Lezgîn endamê civata serkirdayetiya Partî û berpirsê liqê 8ê partî li Zaxo di peyvekê de bo qutabiyên xolê xoyakir ku pêgehandina kadrên partiyê ji hemû aliyekî zanstên teknelojî û elikitronî, erkê me ye weku liqê heşt û me pêngavên baş havêtîne bo baştirkirina şarezayî ya kadirên Partiyê li Zaxo û got: "Bo hindê kadir xwe biguncîne digel pêşkeftinên serdemî yên biwarê zanstî yên elikitronî, me rêjeyeka baş ji kompyoteran bo hemî rêkxirawên xwe yên Partîyê dabîn kirin û berdewam em dê digel wan de bîn û dîvçûna wan keyn ku ew bişên şêwazê karkirinê ji nivêsîn û destî bikene elîktironî jibo pitir lezatî di karî da û girentiya karekê baştir di serederîkirina wan zaniyariyên karî de ji organekî bo organeka dîtir ya Partiyê."

 

Nûçeyên têkildar