10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Nêçîrvan Barzanî , Serokê Herêma Kurdistanê peyamekî pîrozbahiyê pêşkêşî Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê dike, ku ev e jî naveroka wê ye:

Birêz Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê

Silav û rêz..

Di bîranîna (50) saliya damezirandinê û Yobîla Zêrîn a Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê de, germtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî we yên birêz û serokatî û tevaya endam û cemawerê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê dikim, hêviya serkeftin û pêşketina berdewam a we dixwazim.

Di vê bîranînê de, em bi rêzdarî avakarê Yekîtiyê, xwedê jê razî Serok Mam Celal Talebanî û hemû wan şehîd û tekoşeran bi bîr tînin ên ku di rêzên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê de, qurbanî ji bo azadiyê dane. Karwanê pênc dehan ê xebat û tekoşîna Yekîtiyê, hêjayî rêz û pêzanînê ye.

Em tekezê li amadeyî û rola girîng a Yekîtiyê di pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê de dikin. Hêvîdar in ku ev bîranîn bibe sedemeke bi hêz a xurtkirina yekrêziya niştîmanî û bihevrebûna hemû aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê ji bo berengarbûna astengiyan, herwiha ji bo karkirina hevbeş a ji bona parastina destkeftî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û misogerkirina pêşerojeke baştir ji gelê Kurdistanê re.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01.06.2025

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar